Sirbîstan diçe hilbijartinên pêswext!

08 June 2023 16:00 0 dîtin
Sirbîstan diçe hilbijartinên pêswext!

PeyamaKurd- Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic ragihand ku li welêt lidarxistina hilbijartinên pêşwext eşkere bûye.

Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic û Serokwezîra Sirbîstanê Ana Brnabic, li Belgrada paytexta Sirbîstanê, daxuyaniyek da û di rewşa siyasî ya welêt de raya giştî agahdar kir.

 Aleksandar Vucic bal kişand ser xwepêşandanên piştî êrîşên çekdarî yên vê dawiyê li welêt hatin kirin û wiha got: 

"Em ê li benda muzakereyan bisekinin, lê diyar e ku ew li benda tiştên din in. Kes ji kolanê nayê ser desthilatdariyê yan jî bi tundiyê nayê ser desthilatiyê. Niha pirs tenê ew e ku hilbijartin kengî bên kirin."

Vucic got ku heta ku ew Serokomar be, li Sirbîstanê hikûmeteke veguhêz namîne, ev tê wateya desthilatdariya welêt ji aliyê hêzên derve ve.

“Ez amade me ku îstifa bikim”

Serokwezîr Brnabic bal kişand ku çareseriya qeyrana dawî ya li welêt ew e ku heta dawiya salê hilbijartinên pêşwext bên kirin û diyar kir ku ew amade ye îstifa bike û Serok Vucic dê di hilbijartinan de biryarê bide.

Brnabic da zanîn ku Sirbîstan ji her demê zêdetir pêşdeçûn bi dest xistiye û got,

"Her tişt ne bêkêmasî ye, lê me bi hemû hêza xwe kir û ez difikirim ku me encamên ku hemwelatiyên me dikarin pê serbilind bin bi dest xistin. Ez difikirim ku ev welat û em ê piştî karesatên bi vî rengî nebin wekî berê.

Ez careke din sersaxiyê dixwazim. Ji malbatên mexdûran re. Wekî hukûmet me hewil da ku bi Serok Vucic re di zûtirîn dem de hin tedbîran bistînin da ku di demek dirêj de civakeke ewledar ava bikin û wekî her carê welatê me ewletir bikin."