Spanya diçe hilbijartinên pêswext!

29 May 2023 16:30 0 dîtin
Spanya diçe hilbijartinên pêswext!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ragihand ku hilbijartinên giştî yên ku diviyabû di meha kanûnê de di şert û mercên asayî de bihatana kirin, piştî têkçûna Hilbijartinên Herêmî yên 28ê Gulanê û bihêzbûna partiyên rastgir ên opozîsyonê, ji bo 23yê Tîrmehê hatin kişandin.

Sanchez ji çapemeniyê re axivî û ragihand ku Civata Wezîran dê îro piştî nîvro bi lezgînî bicive û biryara betalkirina parlementoyê bide û li welêt di 23yê Tîrmehê de hilbijartina giştî ya pêşwext were kirin.

Sanchez destnîşan kir ku ew encamên hilbijartinên herêmî qebûl dikin û di wê baweriyê de ne ku divê hilbijartinên pêşwext bên kirin û wiha got:

"Ez encaman qebûl dikim û ez di wê baweriyê de me ku pêwîst e bersivê bidin vê yekê. Ya herî baş ew e ku ji bo diyarkirina rêya siyasî ya welêt, Spanyolî li ber xwe bidin.”