SOHR: Di sersalê de jî li Sûrîye û Rojava pevçûn didomin

02 January 2024 15:17 0 dîtin
SOHR: Di sersalê de jî li Sûrîye û Rojava pevçûn didomin

Peyama Kurd - Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûrîyeyê (SOHR) ragihand ku xaleke kontrolê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ji alî droneke Tirkîyeyê ve hatiye armanckirin.

SOHRê di raporta xwe ya di derbarê şer û pevçûnên Sûrîye û Rojava de da zanîn ku li Minbic û hin deverên din, di roja yekem a sala nû de jî pevçûnên leşkerî bi zêdebûn didomin.

SOHRê da zanîn ku droneka Tirkîyeyê êrîşî xaleke kontrolê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li gundewarê Minbîcê, li devera Çiyayê Seyad kir.

Piştî vê êrîşê, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bi mûşekan baregeha El-Yeşlî ya gundewarê Helebê topbaran kir.

SOHRê her wiha da zanîn ku artêşa Tirkîyeyê gundên Seyad, Um Adasa û Kawaklî yên gundewarên Minbicê topbaran kirine. Lê belê di derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin.

Di raporta xwe de SOHRê got ku  di roja yekemîn a sala nû de, li gundewarê Helebê, di encama pevçûn û topbarana navbera çekdarên Ha'yat Tahrîr El-Şam û artêşa Sûrîyeyê de, jinek û keça wê jî tê de 8 sivîl hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn..