SOHR: Li Reqayê 2 endamên HSDê hatin kustin

05 August 2023 14:01 0 dîtin
SOHR: Li Reqayê 2 endamên HSDê hatin kustin

PeyamaKurd – Di encama teqîna mayîneke ku berê li ser rêya bejahiya Reqayê hatibû danîn, di şer de 2 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dan û 1 jî birîndar bû.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, di dema derbasbûna otombîleke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de, bi teqemenîyeke destçêkirî ya ji alîyê şanên DAIŞê ve hatibû çandin, 2 endamên HSDê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Hate diyarkirin ku piştî teqînê HSDê li herêmê lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.

Têkildarî bûyerê hêj ji çavkaniyên HSDê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

SOHRê ji destpêka sala 2023an û vir ve 103 êrîş, ku di nav wan de êrîş û teqînên çekdarî yên DAIŞê li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojava de pêk hatin, belgeh kirine.