Stêrkê Hollywoodê bi peyamekê bang li gelê Rûsyayê kir

18 March 2022 11:01 0 dîtin
Stêrkê Hollywoodê bi peyamekê bang li gelê Rûsyayê kir

PeyamaKurd Stêrkê Hollywoodê û Parêzgarê berê yê California Arnold Schwarzenegger, ji bo şerê li hember Ukraynayê bisekine, bi peyamekê bang li gelê Rûsyayê kir.

Schwarzenegger bi rêya vîdeoyek 9 deqîqeyî de da zanîn, Kremlîn ser dagirkirina Ukrayna derewan dike û agahiyan şaş belav dike.

Schwarzenegger di peyama xwe de, hezkirina xwe ya ji bo Rûsya jî dibêje û serdaneke xwe ya kevn bi bîr dixe: “Rûsya ser encamên şer gel agahdar nake û dibêje ku li ser însanên bêguneh bombe dibarin.”

Herwiha Schwarzenegger, êrîşên yekîneyên Rûs yên li Ukrayna rêz dike û dibêje ku dagirkeriya Serokê Rûsya Vladimir Putin rê li ber kêşeyên mirovî vedike.

Stêrkê Hollywoodê li ser vîdeoya xwe diyar kiriye: “Ez ji gelê Rûs hez dikim. Loma divê ez ji we re rastiyê bibêjim. Ji kerema xwe temaşe bikin û parve bikin.” nivîsiye.