Stoltenberg : Divê em di her rewsê de pistgiriya Ukraynayê bikin
PeyamaKurd - Sekrterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg, da zanîn ku:
"Divê em ji agahiyên xirab ên ku ji Ukraynayê werin re amadebin, Şer bi merheleyên cuda birêve diçin. Lê belê divê em hem di rewşên baş de û hem jî di rewşên xirab de berdewam piştgiriya Ukraynayê bikin."
Jens Stoltenberg balê kişand ser girîngiya hilberîna muhîmatan û da zanîn ku ew pêwistî jî ji aliyê welatên endam ve tên dabînkirin.
Ji aliyê din de Stoltenberg rewşa Ukraynayê wek 'krîtîk' pênase kir û balê kişand li ser ewlehiya Ewrûpayê ku dikeve metirsiyan û da zanîn ku divê ji ber daxwaz zêde dibin, destûr neyê dayîn ku bihayê muhîmatan zêde bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin