Stoltenberg: NATO ji ber êrîskariya Rûsyayê di amadebasiyê de ye!
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku NATO ji ber tevgerên leşkerî û êrîşkariya Rûsyayê li sînorê Ukraynayê di amadebaşiyê de ye.
Jens Stoltenberg li paytexta Fransa Parîsê piştî hevdîtina ligel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron di civîna hevbeş a rojnamevanî de diyar kir ku wan ji bo civîna meha bê ya NATOyê nirxandinên berfireh kirine.
Sekreterê Giştî yê NATOyê got ku ji bo xurtkirina têkliyên navbera Bakurê Amerîka û Ewropayê de civîna ligel Macron fersendeke girîng bû û da zanîn, yek ji mijarên sereke yên rojeva wan dijberiya li hember rejîma Rûsya û Çînê bû.
Stoltenberg destnîşan ku wan rewşa li sînorê Ukrayna jî gotûbêj kiriye û wiha pê de çû: “Pêwistiya me bi çareseriyeke aştiyane heye. Lê ji ber tevgerên Rûsya yên êrîşkar NATO di amadebaşiyê de ye.”
Stoltenberg herwiha ragihand ku di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de, NATOyê li Iraqê xebatên xwe yên perwerdê zêde kirine û ji bo Afganistanê jî rûpeleke nû hatiye vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin