Stoltenberg: NATO li dijî êrîskariya Rûsya plana bicihkirina hêzên mayînde dike
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di demeke ku êrîşên Rûsyayê li ser Ukraynayê berdewam dikin daxuyaniyên girîng dan rojanmeya Brîtanî The Tlegraphê.
Stoltenberg ragihand, hevpeymana NATOyê li hember her cûre êrîşkariya Rûsyayê ya pêşerojê, plana bicihkirina hêzên mayînde li sînorên ligel Rûsyayê dike.
Stoltenberg, diyar kir ku NATO ji ber encamên çalakiyên Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ‘di navenda guherîneke bingehîn’ de ye û destnîşan kir, êdî normala nû ji bo ewlekariya Ewropayê ev e û wan bijardeyên nû pêşkeşî welatên ewropî kirine.
Sekreterê NATOyê da zanîn ku wê biryarên li ser normala nû ya ewlekariyê di civîna NATO ya Madrîdê de ku di meha Hezîranê de tê lidarxistin were gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin