Stoltenberg: NATO li dijî terorê bi Tirkiyê re ye
Sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg, " Em, bo alîkariya Tirkiyê ku dide NATO ye minnetdarin û di salên dawiyê de, bi zêdebûna hêzên me yên leşkerî di Tirkiyê de, ew bêîstîqrarî û tehdîda terorê ku ji başûr tê, li hemberê wan em nîşan didin ku bi Tirkiyê re di nava hevkariyê de ne.”
Jens Stoltenberg li ser gelek mijaran rawestiya û li ser halê heyî şiroveyên xwe da dewam kirin. Stoltenberg sipasiya Tirkiyê kir û got baweriya wan bi Tirkiyê heye û di operasyonên NATO yê de, bi awayeka cuda alîkariya NATO yê kiriye.
Stoltenberg di mijara operasyona Efrînê de axifî û got ku ‘endîşeyên Tirkiyê yên di cîh de bo ewlekariyê hene’ û NATO bende ye ku endîşeyên xwe bi pîvan û li hev çareser bike. Stoltenberg balê kişand ser alîkariya NATO yê bo Tirkiyê û gotinên xwe weha dewam kir:
"Bi vî awayî em hinek tedbîrên bi sozdayîn pêşkêşî Tirkiyê dikin. Li Tirkiyê heyîyên me yên leşkerî hene. Balafirên hişyariyê yên pêşwext û yên çavdêriyê (AWACKS) di seha hewayî ya Tirkiyê de difirin û piştgiriyê dikin. Me di heman wextê de bataryayên parastina hewayî li Tirkiyê bicîh kir. Batryayên Patriot û bataryayên SAMP-T yên Îspanya û Îtalyayê di nava alavên ku me de ne ku me bi wan destek daye Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin