Stoltenberg: Plana me ya sandina hêzên NATOyê tune ye
PeyamaKurd – Li ser daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên derbarê şandina hêzên leşkerî bo Ukraynayê de, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jenst Stoltenberg û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz daxuyanî dan.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li ser egera şandina hêza leşkerî bo Ukraynayê got: "Hevpeymanên NATOyê alîkariyeke bêmînak didin Ukraynayê. Ev vê ji 2014an ve dikin û me hê jî bihêztir kiriye. Lê belê ti planeke me ya ku em yekîneyên NATOyê bişînin Ukraynayê tune ye.”
Li aliyê din Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz jî diyar kir, ew li ser hevnêrîn in ku NATO û welatên Yekîtiya Ewropayê artêşên xwe naşînin Ukraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin