Stoltenberg: Serkeftina Ukraynayê, ji her demê nêzîktir e
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku Ukraynayê bi êrîşa kontra serkeftin bi dest xistiye û daxuyaniyên xwe yên li ser endamtiya Ukraynayê ya NATOyê jî dubare kir.
Jens Stoltenberg, di daxuyaniyeke çapemeniyê de pirsên di derbarê Ukraynayê de bersivandin û bal kişand ser rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê.
Stoltenberg got, “Ukraynayî gav bi gav bi ser dikevin. Ev tê wê wateyê ku ew Rusan paşve dikişînin. Ew dikarin di nav deverên bi giranî parastî yan jî heta deverên tije mîn re derbas bibin. Ji ber vê yekê girîng e ku em piştgiriyê bidin wan. Pevçûnek dijwar diqewime.”
Stoltenberg, biryarên di Civîna Bilind a NATOyê ya ku li Lîtvanyayê hat lidarxistin de di derbarê Ukraynayê de jî nirxand û li ser gavên hatin havêtin jî diyar kir ku Ukrayna ji her demê bêhtir nêzî NATOyê ye.
Ukrayna, ji dema Civîna Bilind a Vilniusê heta niha zêdetir nêzîkî endamtiya NATOyê ye. Beriya her tiştî, me bi rakirina plana çalakiya endaman pêvajoya du gavî ya endamtiya Ukraynayê daxist yek gavê. Me pêwendiya xwe ya siyasî bi avakirina Konseya NATO-Ukraynayê ku saziyeke biryarder e, xurt kir. Ev encûmen ji bo li ser rewşa Behra Reş biaxivin hatin cem hev.”
Her wiha Stoltenberg diyar kir ku ji bo ku Ukrayna bi hêzên NATO re li hev bike bi milyonan dolar hatine xerckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin