Sûdanî bi pêwendiyeke telefonî pistgirî da Esed
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li ser êrîşên komên çekdar bi ser Helebê û deverên din ên Sûriyê de, pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Sûriyê Beşar Esad pêk anî û ragihand, ewlehiya Sûriyê û Iraqê yek tişte.
Ofîsa Serokê Serokwezîriya Iraqê eşkere kir, di pêwendiya telefonî de pêşhatên rewşa niha ya Sûriyê û astengiyên ewlekarî hatine gotûbêj kirin ku niha pêk tên.
Sûdanî ji bilî geşedanên rewşa herêmê, tekezî li wê kiriye ku asayîş û aramiya Sûriyê bi asayîşa netewiya Iraqê ve girêdayî ye û bandorên wê li ser asayîşa herêmê bi giştî û hewldanên xurtkirina îstiqrarê li Rojhilata Navîn heye.
Li gorî daxuyaniya serokatiya Sûriyê, Sûdanî ji Esed re piştrast kir ku "ewlehiya Sûriye û Iraqê yek ewlehî ye. Herwiha tekezî li ser amadebûna Iraqê kiriye ji bo ku hemû piştevaniyeke pêwîst pêşkêşî Sûriyê bike bo rûbirûbûna li hember komên serhildêr.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin