Sûdanî: Divê rêveberiya Kerkûkê bi lihevkirinekê bê sazkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di hevdîtina bi şandeya Hevpeymaniya Ereb a Encumena Parêzgeha Kerkûkê de diyar kir ku divê rêveberiya parêzgeha Kerkûkê, bi lihevkirin û beşdariya hemû pêkhateyan bê sazkirin.
Nûsîngeha Serokwezîrtiya Iraqê, di derbarê hevdîtina Sûdanî û şandeya hevpeymaniya ereb de daxuyaniyeke nivîskî belav kir:
Nûsingehê di daxuyaniyê de da zanîn ku di hevdîtinê de, Sûdanî tekezî li ser gringiya temamkirina rêkarên avakirina rêveberiya herêmî ya parêzgeha Kerkûkê kiriye û gotiye: "Divê rêveberiya Kerkûkê bi lihevkirina hemû aliyan û beşdariya hemû pêkhateyan bê sazkirin.”
Sûdanî di hevdîtinê de wiha gotiye: "Ji bo cibicîkirina daxwazên gel pêwîst e hemû hêzên niştimanî yên Kerkûkê hevkariya hev bikin. Pêkanîna planên hikûmetê yên di derbarê xizmet û geşedanan de, li gorî bernameya hikûmetê ne."
Helwestên YNK û PDKê li ser danîna Parêzgarê Kerkûkê
Berpirsê Buroya Silêmanî û Helebceyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên duh di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihandibû ku ne PDK û ne jî YNK, bêyî Ereb û Tirkmenan, nikarin postê parêzgariya Kerkûkê birêve bibin.
Elî Husên her wiha gotibû: “Em pêştir bi YNKê re civiyan û me li ser destnîşankirina parêzgarekî Kurd ê serbixwe gotûbêj kir, lê belê em negihîştin encamekê.”
Berpirsê Encûmena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa jî di heman daxuyaniya çapemeniyê de gotibû: “Parêzgarê Kerkûkê ji aliyê partiyekê ve nayê destnîşankirin. Li Kerkûkê gelek pêkhate hene û divê parêzgar bi rêkeftina hemû aliyan bê destnîşankirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin