Sûdanî: Karê me yê pêsîn rûbirûbûna gendeliyê ye!
PeyamaKurd – Raspartiyê serokwezîrtiya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî ku ji aliyê Serokomar Letîf Reşîd ve bo avakirina hikûmeta Iraqê hat erkdarkirin, ragihand ku ew ê ji bo rêgirtina li gendeliya ku bi awayekî bêşerm di nav dewlet û saziyên wê de belav bûye, tedbîran bistînin.
Sûdanî yê ku ji aliyê Çarçoveya Hemhaengiyê ya Şîeyên Iraqê ve bo serokwezîriyê hatiye destnîşankirin, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.
Serokwezîrê raspartî got ku wê karê wan ê pêşîn mijara rûbirûbûna gendeliyê be û diyar kir: “Em rê nadin ku diravên Iraqiyan bên talankirin, wek çawa bi pereyên Rêveberiya Giştî ya Bacê li Banka Rafîdeyn re bûye.”
Sûdanî ev daxuyanî piştî daxuyaniya Komîteya Destpakiyê ya Parlamentoya Iraqê ya ser dizîna nêzîkî 800 milyon dolaran ji hesabên hikûmetê yên li Banka Hikûmetê ya Rafîdeyn daye ku niha lêkolîneke berfireh derbarê dosyayê de hatiye vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin