Sûdanî: Sert û mercên sîrketên Herêma Kurdistanê ji bo firotina petrolê girêdaye ferz û zordar in
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa es-Sûdanî ragihand, şert û mercên şîrketên Herêma Kurdistanê ji bo firotina petrolê girêdaye, ferz û zordar in.
Sûdanî diyar kir, ji ber êrîşên DAIŞê û birîna budçeyê, Herêma Kurdistanê neçar ma ku bi van şîrketan re peymana petrolê îmze bike.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî da zanîn, "Herêm neçar bû ku şert û mercên bi çend peymanan hatine danîn qebûl bike. Hatiye asta ku tawîzan bide hin şîrketan. Hin şîrket jî tawîz dane herêmê."
Sûdanî eşkere kir, ji dema ku şandina budçeya Herêma Kurdistanê bi şerê DAIŞê yê sala 2014an destpê kiribû hatibû rawestandin, Herêma Kurdistanê ji ber bedelên giran ên şer û koçberbûna bi milyonan kesî di bin zexteke mezin de ye û wiha got:
"Bêguman ew girêbestên ku di nav wan de neheqî û fişareke mezin tê de hebû. Tevî hemû zehmetiyan jî berdewam li ser dayîna mûçeyên xwe û karê xwe bi awayekî ku li gorî gelê me yê Herêma Kurdistanê ye, kar dikin."
"Me heyama şeş mehan destnîşan kir"
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî amaje bi rêkeftina li ser budçeyê kir û got, "Ev rêkeftin li ser bingeha destûrê dikare dawî li van pirsgirêkan bîne û budçeyeke giştî ji bo hemû Iraqiyan çêbike. Di heman demê de em amadekariyên derxistina yasaya petrol û gazê dikin."
Sûdanî bal kişande ser wê yekê ku lihevkirina siyasî ya di navbera aliyên ku hikûmetê ava dikin de ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye ku yek ji wan pirsgirêka neft-gazê ye û wiha dewam kir:
"Me lihevkirinek pêk anî ku xala sereke di çarçoveya qanûnê de çêkirina budçeyê ye. Her çend ji bo derxistina yasaya neft-gazê û sererastkirina têkiliyan hinekî dereng ma jî, me 6 meh diyar kir. Sûdanî got: Herêma Kurdistanê neçar bû ku peymanên tepeserkirinê yên şîrketên petrolê îmze bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin