Tê pêsbînîkirin ku îro jî serokê Parlamentoya Iraqê diyar nebe

27 January 2024 17:27 0 dîtin
Tê pêsbînîkirin ku îro jî serokê Parlamentoya Iraqê diyar nebe

PeyamaKurd – Biryar bû îro Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû bicive, lê îhtimal heye ku civîn were paşxistin ji ber ku piraniya parlamenteran amade ne.

Li gor zanyariyan, her çend biryar bû îro Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû bicive, lê piraniya parlamenteran li parlamentoyê amade nebûne.

Eger rûniştin were kirin jî, ji ber sedemên weke ku piraniya partiyên Şîe namzediya Şalan Kerîm red dikin û aliyên Sunne li ser namzedê li hev nakin, zehmet e ku bigihin encamekê.

Parlamentoya Iraqê di 13ê Çileya 2024an de ji bo navê nû li şûna Mihemed Helbûsî ku di 14ê Mijdara 2023an de bi biryara dadgehê kursiya Serokê Parlamentoyê ji dest da bû, civînek li dar xist. Ji ber ku ti namzedan nekarî bigihîje jimareke têra dengan, biryar hat dayîn ku hilbijartina serokomarê nû were paşxistin.

Rûniştina ku hat taloqkirin hatibû plankirin ku îro saet di 11:00an de bê lidarxistin.