Tehran: Ji DYAyê ji bo me ti peyam nehatine
PeyamaKurd - Nûnertiya Daîmî ya rejîma Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyeke nivîskî, di derbarê geşedan û nîqaşên li ser êrîşa dijî baregeha leşkerî ya DYAyê û çaverêbûna bersivdayîna DYAyê de ragihand ku wê rejîm, "li hember her êrîşeke ku xak, berjewendî û hemwelatiyên wê bike armanc, bersiveke bi biryar bide."
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê (IRNA), Nûnertiyê di derbarê nûçeyên ku di 2 rojên dawîn ên ku angaştên 'Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bi rêya navbeynkaran ji bo rejîma Îranê hin peyaman şandiye' de gotiye: "Tu peyamên bi vî rengî nehatine. Ji aliyê din ve siyaseta bingehîn a Îranê wiha ye ku eger aliyek êrîşî xaka Îranê yan jî berjewendiyên wê yan welatiyên li derveyî sînorên Îranê bike, wê rastî bersiveke bi biryar û tûnd were."
Ev daxuyaniya rejîma Îranê, piştî daxuyaniya Serokê DYAyê Joe Biden ku tê de gotibû ku komên çekdar ên grêdayî rejîma Îranê, wê bedêla êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya DYA ya li Urdun bidin, hat.
Di êrîşa ku di 28ê Çileyê de, li dijî baregeha DYA ya li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê, bi frokeyên bêmirov pêk hatin de 3 leşkerên Amerîkî can dabûn û ji 40î zêdetir leşker jî birîndar bûbûn.
Karbidestên Amerîkî, bi taybetî Biden, komên ku Îran piştgirîya wan dike ji êrîşê berpirsyar girtin û diyar kirin ku ew ê di dem û cîhekî ku we DYA diyar bike de, bersiva wê êrîşê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin