Wezîrê Îranê: Em naxwazin ser berfireh bibe, Tehran û Washingtonê peyam ji hev re sandin!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan ragihand ku Îran naxwaze şerê Îsraîl û Hemasê berfireh bibe.
Ebdulahiyan ji rojnameya Financial Times a Brîtanî re got, wan ji Amerîkayê re gotiye ku Îran naxwaze şerê Îsraîl û Hemasê berfireh bibe, lê heke êrîş û tawan li dijî xelkê Xezeyê û xeta rojava berdeewam bikin, ev dibe sedema berfirehbûna şe.
Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir, Îran û Amerîkayê di destpêka şerê Îsraîl û Hemasê de bi rêya balyozê Swîsreyê li Tehranê peyam ji hev re şandine û mimkin e Washington û Tehran jî rasterast danûsatandinê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin