Telegraph: Brîtanya, ji bo dersînorkirina koçberên Tirkiyeyê…

16 July 2023 23:00 0 dîtin
Telegraph: Brîtanya, ji bo dersînorkirina koçberên Tirkiyeyê…

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya rojnameya Telegraphê, Wezîra Karên Hundir a Brîtanyayê Suella Braverman, ji bo koçberên ku ji Tirkiyeyê tên, li peymaneke taybet digere ku wan dersînor bike.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Suella Braverman piştî "zêdebûna mezin" a hejmara koçberên ku bi keştiyan ji Tirkiyeyê tên, ji bo bilezkirina pêvajoya dersînorkirinê, bi Enqereyê re li peymaneke bi şêwaza Arnavutlukê digere.

Li gorî rojnameyê, ji serê salê û bi vir ve zêdetirî 1000 koçber ji Tirkiyeyê bi rêya Kanalê xwe gihandine Brîtanyayê û ev hejmar li gorî salên berê zêdebûneke berbiçav nîşan dide.

Hat diyarkirin ku Tirkiye, di nav 10 welatên herî pêş de ye ku koçberên ku par ji Deryaya Manşê bi keştiyan derbasî Brîtanyayê bûne û xwe gihandine Brîtanyayê.

Di nûçeyê de hat gotin ku Wezîra Karên Hundir Braverman û Wezîrê Koçê Robert Jenrick, hegera ku bi teşeyê peymaneke ku bi Arnavutlukê re hatibû kirin, bi Tirkiyeyê re jî bê kirin dinirxînin.