Tenduristiya Hewlêrê: Navendên derzîkirinê wê di sersalê de jî vekirî bimînin
PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê diyar kir, navendên derzîkirina li dijî vîrûsa Koronayê, wê di cejnên sersalê de jî vekirî bimînin.
Tenduristiya Hewlêrê di daxuyaniyekê de destnîşan kir: “Ji bo xizmetkirina welatiyên xwe û bêparnebûna wan ji derziyan, tîmên me wê di cejnên sersalê de xebatên xwe li navendên derzîkirinê bidomînin.”
Herwiha da zanîn: “Rêveberiya Tendirustiyê ya Hewlêrê welatî agahdar kirine ku di rojên cejnên sersalê de proseya derzîkirinê wê li navendên tenduristiyê berdewam be û yên bixwazin jî dikarin derziyê werbigrin.”
Rêveberiya Tendirustiyê ya Hewlêrê bang li welatiyan kir, li gel girtina tedbîrên xweparastinê, serdana navendên derzîkirinê jî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin