Tîma Chelsea cara duyem bû sampîyonê Kûpaya Super a Ewropayê

12 August 2021 16:37 0 dîtin
Tîma Chelsea cara duyem bû sampîyonê Kûpaya Super a Ewropayê

PeyamaKurd - Tîma Chelsea ya Îngilîzî  zora tîma Villarreal a Ispanî bir û Kûpaya Super a Ewropayê bi dest xist û bû şampiyon.

Şeva borî ya Tîma Chelsea ya Îngilîzî û tîma Villarreal a Ispanî, ji bo bidestxistina Kûpaya Super a Ewropayê li stadiuma Windsor Park a bajarê Belfast ê Îrlandeya Bakur hatin pêşberî hev.

Destpêka maçê Mexribî Hakim Ziyech golek ji Chelsea re di xuleka 27 de tomar kir, piştre jî gogvanê Villarreal Gerard Moreno di xuleka 73 de golek avêt û yeksanî çêbû.

Piştî yeksanbûnê, her du tîm derbasî 2 demên din bûn û piştre jî çûn lêdana Penaltiyê û Chelsea bi encama 6 - 6 bi ser ket.

Chelsea cara duyem e ku Kûpaya Super a Ewropayê bi dest dixe ku cara yekem sala 1998an bû û wê carê jî tîmeke Îspanî, tîma Real Madrid têk biribû.