Times: Erdogan ji bo ku rê li ber pêla koçberan bigire ji YEyê pereyên zêdetir dixwaze
PeyamaKurd – Rojnameya brîtanî ya bi navê Timesê, derbarê pêla koçberan de analîzek belav kir û tê de ragihand ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ku rê li ber pêla koçberan ji Tirkiyê bo Yûnanistanê bigire, dê ji YEyê zêdetir pereyên ango bi milyonan Euro bixwaze.
Peyamnêrê Berlînê Oliver Moody û peyamnêrê Atînayê Anthee Carassava ên Timesê li ser vê mijarê nûçeyeke taybet bi navê “Erdogan ji bo ku rê li ber pêla koçberan bigire ji YEyê pereyên zêdetir dixwaze” bo Timesê amade kirin.
Di nûçeya Timesê de tê diyarkirin ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan gefan dixwe ku ew dê deriyên sînorî veke.
Li gorî nûçeya rojnameyê, serokên dewletên ewropî ji aliyekî ve dixwazin vê mijarê çareser bikin û li aliyê din jî bi gotina dîplomatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ve jî naxwazin serî li ber vê “şantajê” dayinîn.
Ji aliyê din ve, duh endamê Komîsyona Ewropayê yê ji mûçeyan berpirsyar e, ji rojnameya Awistiryayê re axivîbû û destnîşan kiribû ku Erdogan bi pevçûnên li sînorê Yûnanistanê dixwaze pirsgirêkên ku piştî hilbijartinên herêmî derketine û wendakirina şaredariyên Stenbol û Enqerê û bêîstîqrariya Lîreyên Tirkiyê bide jibîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin