Tirkiye | 14 generalên xanenisîn ên doza 28ê Sibatê yek bi yek têne zindanîkirin

20 August 2021 17:24 0 dîtin
Tirkiye | 14 generalên xanenisîn ên doza 28ê Sibatê yek bi yek têne zindanîkirin

PeyamaKurd – Piştî sepandina cezayên wan, desteserkirina 14 generalên Tirk ên xanenişîn ên Doza 28ê Sibatê ya darbeya postmodern ku di sala 1997an de li dijî aliyên îslamî yên Tirkiyê encam dabû dest pê kir.

Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn li Enqerê di doza 28ê Sibatê de cezayê muebetê dabû 14 generalên Tirk ên dema darbeya 28ê Sibata 1997an a postmodern û du roj berê jî Dadgeha Dadweriya Bilind cezayê wan sepandibû.

Li ser biryara dadgehê ji doh ve generalên xanenişîn ên dema 28ê Sibata 1997an ku temenê wan bi ser 80 salan ve ye têne binçavkirin û paşê jî wan dişînin zindanê ku heger îtiraza wan bê qebûlkirin dibe ku ji ber temenê wan cezayê wan bi awayekî din jî bê sepandin.

Heta îro 20ê Tebaxê generalên Tirk ên wê demê  Çetîn Dogan, Hakki Kilinç, Cevat Temel Ozkaynak, Erol Ozkasnak, Fevzi Turkerî û Yildirim Turkerî hatine desteserkirin û ew şandine girtîgehan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ew generalên behsa wan tê kirin dema bi hezaran kuştinên failê meçhûl ên li Bakurê Kurdistanê jî li ser kar bûn û artêşa Tirkiyê di bin kontrola wan generalan de bû.