Tirkiye: “Bi awayekî eskere me gote Rûsyayê ev êrîs sas in!”

06 September 2018 01:31 0 dîtin
Tirkiye: “Bi awayekî eskere me gote Rûsyayê ev êrîs sas in!”

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku armanca êrîşên ser Îdlibê bidestxistina Îdlibê ye û got ku "Ev gelekî xeternak e. Ji her aliyê ve dê bibe felaketek."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di civîneke çapemeniyê de, li ser pirseke derbarê rewşa dawîn a li Îdlibê de diyar kir ku di van demên dawîn de jî ji bo nehêlin ku rejima li Sûriyeyê agirbestê îxlal neke û êrîşên ser Îdlibê birawestînin gelekî hewl tê dayîn û destnîşan kir ku li Astanayê 4 herêmên kêmkirina rageşiyê diyar kirin lê belê ji vana ya dawîn Îdlib e.

Çavuşoglu got ku "Eşkere ye ku rejim dixwaze ku êrîşê Îdlibê bike û vê derê bi dest bixe. Lê xerantorê rejimê hene, Rûsya û Îran. Em têkiliyên xwe yên bi Îran û Rûsyayê re didomînin."

Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu qal kir ku bi wezaretên parastinê, yekîneyên îstixbaratê û asta wezareta karên derve de bi Îran û Rûsyayê re hevdîtin tên kirin û wiha axivî: 

"Bila li vir kes tu kesî nexapîne. Em wekî hev difikirin ku divê komên radîkal ên wir ji vir bên derxistin an jî bên belavkirin.”

Wezîr Çavuşoglu da zanîn ku piştî êrîşê bi welatên eleqedar re hevdîtin kirin û wiha axivî: "Piştî êrîşê jî di navbera saziyên me yên eleqedar de têkilî çêbûn û me bi awayekî eşkere ragihand Rûsyayê ku ev êrîş şaş in."