Tirkiye bo sîstema parastina hewayî bi Îtalya û Îspanya re diaxife

21 February 2020 22:28 0 dîtin
Tirkiye bo sîstema parastina hewayî bi Îtalya û Îspanya re diaxife

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar duhî tevlî bernameyeka televîzyona CNNê bû û li ser mijara parastina hewayî got ku dibe desteka Patriotan bo wan bibe. Lê rêvebiriyekê Tirkiyê yê di asta bilind de gotiye ku Amerîka bi erênî li dayîna Patriotan bo Tirkiyê narêne û Tirkiye bi endamên din yên NATO yê re ketiye nava têkiliyan.

Sekreterê NATO yê Jens Stoltenberg gotibû ku mijarê ji nêzde dişopîne û wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar jî gotibû ku dibe hinek teşwîqên NATO yê, plan û kiryarên wan di demeke nêz de derê ortê. Rêvebirekî Tirkiyê bo BBC yê ragihandiye ku bo Patriotan bi Îspanya û bi Îtalyayê re axaftin hatine kirin û dibe ji wan dewletan Patriot bo Tirkiyê were.

Berê jî di çarçoveya parastina NATO yê de ji Îspanyayê Patriotan şandibûn Tirkiyê.