Tirkiye: Divê Amerîka me tehdîd neke
Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bi rojnama Die Zeit re hevpeyvînekî kir û ragihand ku di mijara Muncibê de bi Amerîka re li hev kirine.
Çavuşoğlu got: “ Berê ji Munbicê êrîş dihatin ser me. Niha ew êrîş neman. Em û Amerîka di mijara bajarên rojhilatê Munbicê de bo aramî çêbibe me li hev kir.”
Li ser pirsa ku senatorên kongre ya Amerîka niqaşa danîna biryarên dorpêça ser Tirkiyê de Çavuşoğlu got ku daxwaza wan ew e ku Amerîka vêya neke. Eger Amerîka bixwaze Tirkiyê bi dorpêçan ceza bike, wê Tirkiye ne weka Rûsya û welatên din bersivê bide. Wê bertekeka cuda bide. Çavûşoğlu weha dewam kir:
“ Divê Amerîka me tehdîd neke. Em hevkarên NATOyê ne. Amerîka gelek dewletan tehdîd dike û dibêje xaza xwezayî ji filan dewletê nekirin. Weha nabe. Eger mirov xurt be, ev nayê vateya ku mirov mafdare.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin