Tirkiye êrîsa ser mizgefta Kibrisê sermezar kir

27 August 2023 00:24 0 dîtin
Tirkiye êrîsa ser mizgefta Kibrisê sermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser êrîşa ser mizgefta bi navê  Köprülü Hacı İbrahim Ağa ku li bajarê Limasolê ye û dikeve ber desthilata Kibrisa Rûman, bûyera êrîşê şermezar kir. Wezareta karên derve ya Tirkiyê weha got:

“Em êrîşa ser mizgefta li Kibris a Rûma ya bi navê Köprülü Hacı İbrahim Ağa ku li bajarê Limasolê ye bi tundî şermezar dikin. Di vê mijarê de em daxwuyaniya wezareta karên derve ya Kibrisa Tirka destek dikin.”

Li gelek welatên dinyayê kes an rêxistinên hene li hemberê olan û kêmneteweyan tevgerên dijminane dikin. Pirtûkên pîroz yên ola dişewitînin, diçirînin, êrîş dikin ser îbadetxaneyan û tehemmula wan ji jiyan û muqedesatên din re nemaye.