Yekitîya Erebî êrîsa Tirkiye sermezar kir
PeyamaKurd – Yekitîya Erebî, êrîşên Tirkiye yê li ser Başûrê Kurdistanê ku bo tunekirina PKKê ye, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Li gor daxuyaniya Yekîtîyê, ev êrîş bêyî koordînayê Bexdayê hatiye kirin.
Di daxuyanîyê de Yekîtîya Erebî dibêje, ‘’dagirkirina Tirkiyê bûye cihê dilgiraniyê’’
Yekîtîya Dewletên Ereb dibêje: "Dagirkeriya leşkerî ya Tirkiyê li ser kîjan xakê be ferq nake, çi li Sûriyê, çi li Lîbya yan jî Iraqê bûye cihê dilgiraniyê ye. Dewletên Erebî van destwerdanana red dike.”
Tirkiyê 14 pûşperê bi navê Penceya Baz bo ser PKKê, operasyonek li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, balafirên wan Mexmûr, Qendîl, Şingal, Avaşîn, Zab û Basyan û Qereçûx bombebaran kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin