Tirkiyeyê peyamnerê BBCyê dersînor kir

27 March 2025 16:07 0 dîtin
Tirkiyeyê peyamnerê BBCyê dersînor kir

PeyamaKurd – Piştî girtina Ekrem Îmamoglûyê Serokê Şaredariya Stenbolê, xwepêşandan dewam dikin.

Hat ragihandin ku 7 rojnamevanên ku xwepêşandan dişopandin hatin girtin, piştre hatin berdan.

Medyaya Îngilistanê BBCyê ragihand ku peyamnêrê wan Mark Lowen li Stembolê 17 saetan di bin çavan de ma û bi hinceta “xeteriya li ser asayişê” ji Tirkiyeyê hate dersînor kirin. 

BBCyê ragihand ku Lowen xwepêşandan dişopandin û dersînorkirina wî wek “êrîşa li azadiya çapemeniyê bi nav kir" û got ew ê bi rayedarên Tirk re biaxivin. 

Mark Lowen li Londonê diyar kir ku vê rewşê dilê wî hiştiye û azadiya çapemeniyê ji bo demokrasiyê pêwîst e.