Tirkiyeyê 2 hezar û 321 koçber dersînor kir

15 January 2023 11:27 0 dîtin
Tirkiyeyê 2 hezar û 321 koçber dersînor kir

PeyamaKurd – Serokatiya Koç û Koçberan a girêdayî Wezareta Navxwe ya Tirkyeyê ragihand ku di navbera 6-12ê meha Çile de, 2 hezar û 321 koçber hatine dersînor kirin.

Li gorî amarên Serokatiya Koçberan eşkere kirine, di navbera rojên 6-12ê Çile de 2 hezar û 269 koçberên neyasayî hatine desteserkirin û 2 hezar û 321 koçber jî bi giştî bo welatên wan hatine şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyeyê re, desteserkirin û dersînorkirina koçberan zêde bûye ku ji destpêka sala 2023yan li gorî amarên fermî, 3 hezar û 349 koçber hatine dersînorkirin.

Herwiha li navendên vegerandinê jî 4 hezar û 848 koçber li benda dersînorkirinê ne ku piraniya wan ji Afganistan û Pakistanê ne. Li aliyê din ji bo koçberên Sûriyê hewlên bi dilxwazî vegerandina wan berdewam dikin.