Trump: Pêsî me hist li bexçeyê dibistanê wekî du zarokan ser bikin, pasê jî me wan veqetand

18 October 2019 10:18 0 dîtin
Trump: Pêsî me hist li bexçeyê dibistanê wekî du zarokan ser bikin, pasê jî me wan veqetand

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, li mîtînga xwe ya li Texasê a nirxand.

Trump, “Tiştê min kir tiştekî nebînayî bû. Wan got em dê demekê şer bikin. Carinan divê hûn bihêlin ku hinekî bi hev biçin û bşer bikin. Wê demê însan dê fêm bikin bê şerkirin tiştekî çiqasî nexweş û zor e. Pêşî hunê bihêlin li bexçeyê dibistanê wekî du zarokan şer bikin, paşê hûnê biçin navbeynkariyê bikin û wan ji hev veqetînin.”

Şandên Amerîka û Tirkiyê duh li Enqerê derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de civiyabûn û di encamê de herdu alî gihiştibûn rêkeftinekê û agirbest hatibû ragihandin.

Herdi alî ji bo armancên ku di vê rêkeftinê de tekezî li ser hatiye kirin, dê bi hev re kar bikin.