Turkmen jî di hukumeta Bexdayê de wezaret dixwazin

06 May 2020 22:53 0 dîtin
Turkmen jî di hukumeta Bexdayê de wezaret dixwazin

PeyamaKurd- Wezîrê Turkmen yê herêma Kurdistanê Aydın Maruf ku ji etnîsîte û olan berpirse, rexne li Iraqê kir ku çima di hukumeta nû de cîh nedane Turkmenan. Marûf ji Ereb û Kurdan xwest ku bo Turkmenan tewrê xwe deynin da wezaretekî bidin Turkmenan.

Maruf ragihand ku di pey Ereb û Kurdan de, milletê herî qelebalix Turkmenin û divê di hukumeta nûh de cîh bidin Turkmenan. Marûf got eger cîh nedin Turkmenan wê parementerên Turkmen deng nedin hukumeta Mistefa Kazimî.

Marûf got ku rojekî li Kurdan, rojeka dinê neheqiyê li Şîayan û rojeka dinê wê li Turkmenan bikin. Ev çerx her weha dewam dike.