Ukrayna: Êrîsên Rusyayê, dabînkirina elektrîkê nîve nîv kêm kir

25 November 2022 17:30 0 dîtin
Ukrayna: Êrîsên Rusyayê, dabînkirina elektrîkê nîve nîv kêm kir

PeyamaKurd- Rayedarên Kompaniya Enerjiya Neteweyî ya Ukraynayê (Ukrenergo) ragihand ku piştî êrîşên moşekî yên Rusyayê ku li binesaziya enerjiyê kirine, hilberîna elektrîkê nîve nîv daketiye.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat eşkerekirin ku êrîşên hatine kirin di heman demê de li dijî operatorê xetên ragihandinê yên welêt hatine kirin û hat diyarkirin ku di êrîşan de pêşî li xebatên temîrkirina tesîsên binesaziya sereke yên ku di êrîşan de zerar dîtine, hatine destpêkirin.

Li ser mijarê, Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî daxuyaniyek da û got ku Ukrayna, di warê dabînkirina elektrîkê de di serdemeke herî dijwar re derbas dibe.

Zelenskiy bi berdewamî got,

“Leşkerên Rûs nizanin şer bikin. Tenê tiştê ku ew hîn jî dikarin bikin terorîzekirin e. Terora enerjiyê, terora topavêtinê an jî terora moşekan. Rusya, di bin banê serkirdeyên xwe yên niha de ewqas kêm ketiye.”