Ukrayna: Rusyayê, 5 herêman da ber êrîsên mosekî!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê ve hatin ragihandin, Rusyayê vê sibehê Kiev jî di nav de 5 herêman daye ber êrîşan. Hat diyaririn ku ji ber van êrîşan av û elektrîk qut bûne.
Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Anton Geraşçenko, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên Rus, bi moşekan êrîşî Kîev û herêmên din ên Ukraynayê dikin. Anton Geraşçenko di peyama xwe de got,“Vê sibehê bi 40 moşekan êrîş li dijî Ukraynayê hatin kirin.”
Li ser heman mijarê, ji aliyê Şaredarê Kievê Vitaly Kliçko ve jî li ser Telegramê peyamek hat parvekirin û hat ragihandin ku ji ber li dijî tesîsên binesaziyê êrîş hatine kirin, li beşeke bajêr elektrîk qut bûye û li hin herêman jî av çikiyaye û diyar kir ku hemû yekîne niha li ser dixebitin.
Her wiha hat diyarkirin ku ji ber êrîşan, bi taybetî binesaziyên xeternak ên enerjiyê xisar dîtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin