Ukrayna: Pêwendiya me, bi bûyera Darya Dugin tuneye

21 August 2022 21:40 0 dîtin
Ukrayna: Pêwendiya me, bi bûyera Darya Dugin tuneye

PeyamaKurd- Şêwirmendê Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, Mihaylo Poldolyak ragihand ku tu pêwendiya wan bi bûyera teqîna otomebîlê û mirina Darya Dugin a keça şêwirmendê Vladimir Putin re tuneye.

Mihaylo Poldolyak, di bernameyeke televîzyonê de duh bişev ragihand ku pêwendiya wan bûyerê re tuneye û got,“Eleqe û pêwendiya Ukraynayê, bi tu awayî bûyera teqîna otomobîlê re tuneye lewra em dewleteke wekî Federasyona Rusyayê nîn in û jê wêdetir em wekî Rusyayê ne dewleteke terorî ne.”

Di nav otomobîla Aleksandr Dugin ê şêwirmendê Vladimir Putin de duh teqemenî hatibû bicihkirin û dema otomobîl bi rê ketibû, teqînê rû dabû. Keça Aleksandr Dugin a ku jiyana xwe ji dest dabû, 30 salî bû.