Darya Dugin, bi merasîmekê hat oxirkirin
PeyamaKurd- Piştî bûyera teqandina otomobîlekê ku li Moskowê pêk hatibû û keça aqilmendê Vladimir Putin Darya Dugin, di encamê de canê xwe ji dest dabû, merasîmeke cenaze hat rêvebirin û Dugin bi vê merasîmê hat oxirkirin.
Di bûyera ku 2 roj berê pêk hatibû de keça pisporê siyasî Aleksandr Dugin ku wekî aqilmendê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin jî tê naskirin, canê xwe ji dest dabû. Ji bo keça Dugin a rojnameger Darya Dugin, îro merasîmek hat rêvebirin û ji qadên cihêreng, tevlîbûneke zêde li merasîmê hat kirin.
Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê Partiya Liberal a Demokrat a Rusyayê Leonid Slutsky, Alîkarê Serokê Dumaya Dewletê Sergey Neverov, Senatora Rus Elena Mizulina, parlementerên Rus û malbata Dugin beşdarî merasîmê bûne.
Her wiha hat ragihandin ku Ji aliyê Vladimir Putin û nûnerên hikûmetê ve jî ji bo merasîmê destegul hatine şandin û merasîm di bin venêrîneke xurt a hêzên ewlehiyê de hatiye rêvebirin.
Qala gotinên dawî yên keça xwe kir
Aleksandr Dugin, di merasîmê de axivî û qala gotinên dawî yên keça xwe kir.
Dugin got, “Cara dawî di em di festîvalê de axivîn. Ji min re gotibû ‘babo, ez xwe wekî şervan û lehengekê hîs dikim. Ez dixwazim ligel xelkê xwe û welatê xwe bim.’ Ev fikir, ji bo wê gelek girîng bû.”
Artêşa Komara Neteweyî ya Rusyayê, duh li ser kuştina Dugin daxuyaniyek parve kiribû ku ew bûyer ji aliyê wan ve hatiye kirin û di daxuyaniyê de gefên giran li Vladimir Putin jî hatibûn xwarin. Lê belê Serwîsa Îstîxbarata Rusyayê ev yek red kir û ragihand ku li pişt vê bûyerê, Serwîsa Taybet a Ukraynayê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin