Ûkraynayê dest danî ser kestiya Rûsyayê
PeyamaKurd – Ûkraynayê bi sedema ku keştiyên wan li Kendava Kerçê asteng dike, dest danî ser keştiya tankêr a Rûsyayê.
Berpirsên Ewlekariya Ûkraynayê derbarê bûyerê de ragihandin ku tankêra Rûsî ya bi navê Neyma (navê berê Nika Spirit) bi sedema ku astengî li ber derbasbûna Kendava Kerçê derxistiye hatiye desteserkirin.
Ji aliyê Rûsyayê hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Rayedarên Ûkraynî dibêjin, Nika Spiritê rêgirî le keştiyên şer kiriye û ji ber wê yekê jî hatiye desteserkirin û niha bo bendergehê hatiye kişandin.
Hêjayî gotinê ye 6 meh berê jî li kendava Kerçê ji ber keştiyên şer ên Rûsya û Amerîkayê qeyraneke mezin rû dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin