Ukraynayê êrîsî kestiya ser a Rûsyayê kir
PeyamaKurd-Hat ragihandin ku Artêşa Ukraynayê, bi moşekan êrîşî keştiya şer a Rûsyayê kiriye. Hat zanîn ku Keştiya Amîral Makarov a girêdayiyê fîloya Behira Reş, li derdora gravekê şewitiye.
Piştî ku meha borî Keştiya Amîral Moskow a Rûsyayê noqî avê hat kirin, hat zanîn ku Keştiya Makarov jî ji aliyê Artêşa Ukraynayê ve bûye hedef û hatiye rûxandin. Tê amajekirin ku keştiya 409 mîtroyî, bi moşekên Neptunê hatiye têkbirin û Rûsya ji bo rizgariya keştiyê , dest bi operasyonê kiriye.
Hat zanîn ku ji bo cihê rûxandina keştiyê, hejmareke zêde keştî û balafir hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin