Ukraynayê, îdiayên bikaranîna ‘bombeya qirêj’ red kirin
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba, îdiayên ku Rusyayê di derbarê Ukraynayê de li ser bikaranîna ‘bombeya qirêj’ kiribûn, red kirin. Kuleba diyar kir ku ev gotin hem xetere ne hem jî dûrî rastiyan in.
Dmitro Kuleba, îdiayên rayedarên Rusyayê ku dê Ukrayna li dijî Rusyayê bombeya qirêj bi kar bîne, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî bersivand. Kuleba di peyama xwe de got,
"Ev îdia hem xetere ne hem jî dûrî rastiyan in. Ya yekemîn, Ukrayna yek ji endamên NPTê (Peymana Pêşîlêgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî) ye.
Ne bombeya me ya qirêj heye ne jî em difikirin ku bikirin. Ya duduyan jî Rus bi gelemperî li ser plansaziyên ku ew bixwe dikin, hinekên din tawanbar dikin.”
Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu, dema ku bi rêya telefonê ligel Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusi Akar, Wezîrê Beravaniya Brîtanyayê Ben Wallace û Wezîrê Berevaniya Fransayê Sebastian Lecornu re axivîbû, gotibû ku dê Ukrayna li dijî Rusyayê bombeya qirêj bi kar bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin