UNAMI ji Tirkiyê re: Divê nakokî bi rêya diyalog û hevahengiyê bêne çareserkirin
PeyamaKurd – Şandeya Taybet a Neteweyên Yekgirtî (UNAMI) li Iraqê di derbarê êrîşên Tirkî daxuyaniyek belav kir û diyar kir, pêwîst e Tirkiyê rêzê li serweriya xaka Iraqê bigire.
UNAMI di daxuyaniyê de da zanîn, piştî ku balafirên şer ên Tirkiyê hin navçe li parêzgeha Neynewayê bombebaran kirin û sivîl bûn qurbanî, daxwaz ji Enqerê dikin, rêzê li serweriya Iraqê bike.
UNAMI desnîşan kir: “Divê rûniştvanên wan navçeyan werin parastin û nakokî bi rêya diyalog û hevahengiyê bêne çareserkirin.”
Daxuyaniya UNAMI piştî wê tê ku şeva borî Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, “Balafirên şer ên Tirkiyê 6 pêgehên PKKê li çiyayê Qereçox û Şingalê bombebaran kirin û kuştî û birîndar hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin