UNICEF: Di xwepêsandanên Bangladesê de 32 zarok can dan

02 August 2024 21:40 0 dîtin
UNICEF: Di xwepêsandanên Bangladesê de 32 zarok can dan

PeyamaKurd – Li welatê Bangladeşê bi mehaye ku çalakî tên kirin û muxalefet ketiye nav kuçe û kolanan. Sedema xwepêşandanan ew e ku hukumeta Bangladêşê qanûnekî derxist ku kontenjan an ku îmtiyazekî bidin zarokên malbatên ku di sala 1971an de ketine şerê rizgarkirina Bangladeşê.

Muxalefet dibêje ku ev qanûn li dijî wekheviyê û liyaqatê ye û qebûl nake. Di çalakiyên li dijî hukumetê de gelek kes mirin ku di nav wan de 32 zarok hene.

Li ser mirina 32 zarokan, rêxistina Neteweyên Yekgirtî UNICEF (Fon a Alîkariya Zarokan ya NY) ragihand ku di çalakiyan de 32 zarok mirine. Li ser babetê, berpirsê herêma başûrê Asya Sanjay Wijesekera, daxwuyaniyekî nivîskî da û got:

“Di biryara Bangladeşê ya ‘kontanjana di xizmeta giştî’ ya di jimarên wan de 32 zarok mirin û gelek zarok birîndar bûn û wan xistin binçav. Em dixwazin li ser bingeha peymanên ku Bangladeşê îmza kiriye, hukumeta Bangladeşê dev ji binçavkirina zarokan berde.

Divê zarok her wext bên parastin û ev berpirsiyariya herkesiye. Em, tevgerên şiddetê şermezar dikin û ji bo ew kesên ewladên xwe wenda kirine taziyên xwe ji wan re radigihînin.”

Wezîrê karên navxwe yê Bangladeşê Asaduzzaman Xan Kamal ragihandibû ku di protestoyan de 147 kes jiyana xwe ji dest dane lê li gor çapemeniyê jimara miriyan di ser 200 kesan de ye.