Vîrusa ku navê wê nayê zanîn belav dibe

22 January 2020 00:58 0 dîtin
Vîrusa ku navê wê nayê zanîn belav dibe

PeyamaKurd- Nexweşîna ku welatê Çînê derketiye ortê, dirûvê zaturreyê (satilcanî) lê dikeve lê ew nexweşîn bi xwe nîne. Pisporên zanko ya Hong Kongê di vê mijarê de xelkê hişyar kirin û gotin dibe di wexteka kurt de ev nexweşîn belav bibe.

Lêkolîna di derbarê nexweşînê de, ji aliyê rojnameya South China Morning Postê de hat ragihandin ku Zankoya Hong Kongê û WHO bi hevre li serê dixebitin. Li encamekî xebata wan yek jê; dibe ku nexweşîn ji texmîna wan zêdetir bandorê li ser kesan kiribe.

Li gor xebata her rêxistinan vîrusa korona li eyaleta Vuhanê ya Çînê derketiye û li 20 bajaran belav bûye. Ev vîrus ji serê salê û vir de li Vuhanê gihaye 1343 kesan û li 20 bajarên din gihaye 116 kesan.

Ji vê nexweşîna ku dirûvê wê li zaturreyê dixe, sedema wê koronaviruse û li Vuhanê 6 kes jê mirine. Pispor dibêjin ku nexweşîn ji geştûguzariya mirovan dikare belav bibe ji ber ku ji derekê diçin bo dereka dinê û vîrusê bi xwe re dibin.