Washington: Divê êdî Rûsya pistgiriya Sûriyê neke!
PeyamaKurd- Berdevka Karên Derve ya Amerîkayê Neather Nauert di derbarê çekên kîmyewî yên ku li Xutayê hatine bikaranîn, daxuyaniyek da. Nauert wiha got:
“Di çapemeniyê de xuya dike ku di 7ê Nîsanê de li navçeye Duma ya li ser Xutayê, çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Em vê pêvajoyê ji nêz ve taqîb dikin. Heke ev nûçe bêne qet’îkirin, divê di demek nêz de mudaxeleya navnetewî li ser Sûriyê were kirin. Beriya niha jî rejîma Sûriyê li dijî gelê xwe çekên kîmyewî bi kar anîbûn.”
Nauert wiha berdewam kir: Ji ber ku Rûsya piştgiriyê dide Esed, gunhê wê jî di van êrîşan de heye. Ji ber vê jî, Rûsya temînatên xwe naîne cih. Lewra Rûsya garantorê Netewên Yekbûyî ye. Rûsya îxanet li “Muqaweleya Çekên Kîmyewî yên Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî” kir. Em banga xwe li Rûsya dikin kû berî gavekê piştgiriya xwe ji ser Sûriyê rake.
Li Xutayê di 7ê Nîsanê de êşîreke kîmyewî qewimîbû û di êrîşê de ji 40 kesî zêdetir hatibûn kuştin û ji 100î jî zêdetir birîndar hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin