Wê ji bo Boris Johnson dengdana baweriyê bê kirin

06 June 2022 16:37 0 dîtin
Wê ji bo Boris Johnson dengdana baweriyê bê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê îşev parlamentoya Brîtanyayê li ser serokwezîrtiya Boris Johnson dengdana bawerîyê pêk bîne.

Medya Brîtanyayê ragihandiye ku ‘Komîteya 1922yan’ a koma Partiya Rasgir eşkere kiriye ku wê dengdana baweriyê ji bo Boris Johnson bê kirin.

 Di dengdanê de, heger ji 359 parlamentaran, 180 parlamenter li dijî Johnson deng bidin, dibe ku dawî li serokwezîrtiya Johnson bê anîn.

Hêjayî gotinê ye, hatibû îdiakirin ku Johnson di dema karantîneya pandemiya Covid-19 de, li avahiya Serokwezîrtiyê zêdetirî 20 şahî li dar xistine û Johnson jî beşdariya hin şahiyan wekî xeta qebûl kiribû.