Wê Melonî li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve bê pêswazîkirin

23 December 2022 00:05 0 dîtin
Wê Melonî li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve bê pêswazîkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe Înê 23yê Kanûnê Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, piştî wekî serokwezîr hilbijartina xwe serdana Herêma Kurdistanê dike.

Melonî 8ê Kanûnê nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şandibû û tê de soza serdana Herêma Kurdistanê dabû.

Meloni di nameya xwe de gotibû ku pêwendiyên dostane yên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke dûr û dirêj in û di warê bazirganî, çandinî û enerjiyê de kêşeyên li pêşiya ewlehî û aramiyê hene.

Serokwezîra Îtalya diyar kiribû: "Ez hêvî dikim ku we di demek nêzîk de bibînim."

Tê çaverêkirin Serokwezîra Îtalyayê li Hewlêrê bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicive û serdana leşkerên Îtalyayê yên hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê bike.

Berî niha jî Seroka Macarîstanê Katalin Novak serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li bajarokê Eynkawa ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibistaneke olî vekiribû û piştre serdana kilîseya El-Quş kiribû.