Wê sandên Îran û Erebistana Siûdî li Iraqê bicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin wê di heyama nû de, hevdîtinên asayîkirina pêwendiyan ên navbera Tehran û Riyadê li Iraqê berdewam bikin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade di civîna heftane ya rojnamevanî ya li Tehranê de, derbarê berdewamkirina danûstandinên ligel Erebistana Siûdî de got, "Di rojevê de gereke nû ya danûstandinên Îran û Erebistana Siûdî heye. Iraq mazûvaniyê li van hevdîtinan dike.”
Li ser hevdîtinên Vîyena yên vegera li peymana nukleerî jî Xetîbzade diyar kir ku ew ji leza hevdîtinan nerazî ne got ku aliyê hember di gera 7an de gelek dema wan xwariye û piştre jî pêşniyarên Îranê qebûl kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê herwiha li ser serdana Talîbanê bo Tehranê jî diyar kir ku hevdîtin baş derbas bûye, lê ew hîn ne di wê rewşa ku rêveberiya Talîban a Afganistanê bi fermî nas bikin de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin