Wezareta Navxwe daxuyaniyek li ser êrîsa mosekî ya li Hewlêrê belav kir
PeyamaKurd – Li ser êrîşa moşekî ya şeva borî li Hewlêrê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya Wezareta Navxwe wiha ye:
Piştî ku şeva borî di saet 09:30an de çend moşek li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û çend taxên bajêrê Hewlêrê ketin, li nava balafirxaneyê bû sedema kuştina kesekî û birîndarbûna 5 kesên din. Li nava Hewlêrê jî, 3 kesên din jî birîndar bûn. Ev jî ji bilî ziyanên madî yên gihîştine çend xanî û cihên bazirganiyê.
Piştî bûyerê, dezgehên Dijterorê, Asayiş û Polîs, bi hevkariya hêzên Hevpeymanan, demildest dest bi lêkolînan kirin û cihê otomobîla ku moşek jê hatin avêtin hat dîtin ku otomobîlek ji cureya “Kia” ye û li ser rêya di navbera Hewlêrê û Giwêrê de bû.
Ew cihê balkêşiyê ye, heman şêwaz û teknîka ku di êrîşa beriya niha ya li dijî Balafirxaneya Hewlêrê de hatibû bikaranîn, di êrîşa şeva borî de jî hate dubarekirin
Lêkolîn berdewam in ji bo eşkerekirina ew kesên ku li pişt vê êrîşê ne. Xelkê Hewlêr û Herêma Kurdistanê, piştrast dikin ku hemû kesên destê wan di vê êrîşê de hene û êrîşkarên vê tawanê eşkere û riswa dikin û tên cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin