Wezareta Navxwe daxuyaniyek li ser êrîsa mûsekî belav kir
PeyamaKurd - Li ser êrîşa li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, do êvarî, di saet 20:30an de, şeş mûşek arasteyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatine avêtin.
Wezaretê diyar kir, mûşek ji sînorê Birtile yê navbera gundên Şêx Emîr û Tercile, ji ser pîkapekê hatine avêtin. Ew dever jî dikeve sînorê Lîwaya 30 ya Heşda Şei'bî. Tîmên me yên taybet, ji bo bidestxistina zanyariyên zêdetir, dest bi lêkolînê kirine.
Herwiha Wezareta Navxwe amaje kir, ew vê êrîşa terorî şermezar dikin û di heman demê de ji bo bersivdana her destdirêjiyekê amade ne. Ji Hikûmeta Federalî jî daxwaz kir ku demildest rêkarên pêwîst bi cih bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin