Wezareta Pêsmerge: Operasyona hevpar bi serkeftin temam bû

06 November 2021 21:31 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge: Operasyona hevpar bi serkeftin temam bû

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ragihand ku operasyona bi hêzên artêşa Iraqê ya hevpar kirine, bi serkeftin temam bûye. Wezareta Pêşmerge got ku hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê di nav sînorê Mûsilê de operasyoneka hevpar kirine ser DEAŞ ê û bi serkeftin encam daye. Wezareta Pêşmerge weha got:

“Hêzên Pêşmerge yên eniya 6 em û fermandariya Operasyonan ya Nînowayê di nav sînorê bajêr de operasyona hevpar kirine û bi serkeftin temam bûye.”

Hêzên Fransayê yên li Iraqê jî tevlî operasyona Mûsilê bûne û wargehên ku DEAŞ tê de dimînin an ku tê de bêhna xwe didin îmha kirine. Di operasyonan de hêzên hewayî yên Iraq û Koalîsyona Navdewletî destek dane operasyonê.