Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yê Koronayê yê hefteyekê eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yê hefteyekê yê Koronayê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê, amarên 7 rojan yên Koronayê, ji roja 7ê mehê ve heta 14 vê mehê, eşkere kir.
Li gorî amaran, di nav hefteyekê de 3 hezar û 918 kes bi Koronayê ketine û 101 kes jî bi Koronayê can dane.
Li gorî agahiyên Wezareta Tenduristiyê, di hefteyekê de li Hewlêrê 65 kes ji ber Koronayê can dane, li Silêmaniyê 29 kes, li Duhokê 3 kes û li Helebcê jî 4 kes pê can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin